Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

71 Milyon Dolar ji Banka Filistînê ya li Gaza Tên Dizîn


Avahiyê Bank of Palestine
Avahiyê Bank of Palestine

Rojnameya Fransî Le Monde roja Şemiyê ragihand ku komên çekdar, ku îdîa heye yek ji wan girêdayî Hamasê ye, di meha Nîsanê de 66 mîlyon euro (nêzîkî 71 mîlyon dolar) ji şaxên "Bank of Palestine" li Gazayê dizîn.

Gaza ya ku çendîn meh in şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li wir dom dike.
Rojnameyê got ku wê belgeyek ku bankê "ji hevkarên navneteweyî" re şandîye, di belgeyê de behsa dizaya bi tedbîr hatiye behs kirin, ku yek ji wan li dij şaxê wê yê sereke li bajarê Gazayê pêkhatîye.

Di bersiva pirseke Ajansa Nşçeyan ya France-Presse (AFP) de, Dezgeha Pereyan a Filistînê ku çavdêriya pergala darayî ya li herêmên Filistînê dike, piştrast kir ku ew ê direngya roja Şemiyê daxuyaniyekê derbarê bûyerê bidin.

Le Monde ragihand ku di 16ê Avrêlê de, "karmendan zanîye ku konek li banê oda ewlekirî de çêbşye" û diyar kir ku "tawanba ji makîneyên otomatê yên ku banknotên bi şêkelên Îsraîlî tê de bûn, ku bi bûhayê 2,8 mîlyon Euro'an bi xwe re birine."

Wê got jî, "Sibeya paştir, 17ê Avrêlê, "komên çekdar" yên bi maddeyên peqînan ve dîsa hatine avahiyê" da ku dîwarênewlehî yên bi çîmentoyê hatine çêkirin bi teq
nin, û ew şiyan sî konan di xezîna bankê de çêkin û 29 mîlyon Euro bi pereyên cuda ku tê de bûn bidizin."

Li gorî rojnameyê, di 18ê Nîsanê de, şaxa duyemîn, ya herî girîng ya navenda bajêr, ji hêla komek din ku ji desthilata herî bi bandor li Gazayê ku mebest jê koma girêdayî "Hamasê"ye hatîye nêzî "33,6 mîlyon Euro bi Şêkilên Îsraîlî bi xwe re birine."

Li gorî agahiyên Le Monde, artêşa Îsraîlî li Gazayê dest danî ser "miqdarek mezin ya pereyê saziya diravî li Gaza. Wê ji zarê medyaya Îsraîlî di meha sibatê de ragihandibû ku mîqdara ku hatiye desteserkirin bi milyonan dolar e û armanca operasyonê ew e ku rê nede Hamasê ku dest dane ser wqan peran."

Rojnameyê behsa zehmetiyên ku Banka Filistînê ji ber şer di parastina pereyên xwe de û peydakirina pere ji bo rûniştvanên Gazayê re rû bi rû ye. Wê piştrast kir ku tenê "du bankomatan jî li Refah û Dêr el-Belah dixebitin dema ku elektrîk ji wan re tê dabîn kirin."

Wê her wiha got, "Li gorî şahidiya rûniştvanên Gazayê, bi piştgirîya tomarên kamerayên çavdêriyê, çekdarên bi maske li ber bankomatan radiwestin dema muşteriyên bankê pere dertînin ew çekdar pereyên ku ew dikişînin dixwazin."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG