Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomata Jin ya Herî Dawî ya Serdema Desthilata Talîbanê Îstîfa Dike


Zakia Wardak
Zakia Wardak

Dîplomata Afganî ya li Hindistanê, destberdana ji kar ragihand ya ku beriya hatina Talîban di sala 2021'an ya ser desthilatdariyê li Afganistanê weke dîplomasî hatbû wezîfedar kirin.

Zakia Wardak, Konsula Giştî ya Afganîstanê li Mumbai, roja Şemiyê di platforma X'ê de, îstifa xwe ragihand.

Wardak di hesaba xwe ya Xê de bi Darî, Peşto û Inglîzî daxyuanî daye û îstîfa xwe ji Balyuzxane û Konsulxana Giştî ya Afganistanê li Hindistanê ragihand.

Îstîfa wardak di wê demê de hat piştî ku medyaya Hindistanê hefteya borî ragihandibû ku ew bi tawana qaçaxçîtiya 25 perçeyên zêrê ku her perçek 1 kîlo (2,2 retil)ên zîrîne ji Dubai bi xwe re birine Mumbai hatbû tawanbar kirin.

Hesaba Kreately.in, ya X'ê îro Şemiyê nivîsand ku Wardak îstîfa kirîye û ew bi birina zêrî hatîye tawanbar kirin.

Li gorî nûçeyên medya Hindistanê, ew ji ber parêzbendiya wê ya dîplomatîk nehatiye girtin.


Wardak di daxuyaniya xwe çapemeniyê de îdiayên qaçaxçîtiya zêr û girtina wê li firokxaneya Hindistanê nekir, lê got: “Ez gelek poşman im ku, wek jineke yekane di sektora dîplomatîk ya Afganî de mam, li şûna ku piştevaniya min were kirin, ez rastî êrîşên zanbûn û rêxistî hatim, bi armanca têkbirina min."

Wê her wiha got: "Di sala borî de, ez rastî gelek êrişên kesane û navreşkirinê hatim ne tenê li dijî min, her weha li dijî malbata û kesên nêzî min."

Wardak got ku êrîşan "bandoreke giran li ser şiyana min kir ku di rola xwe de bi bandor bixebitim û kêşeyên ku jin di civaka Afganî de rû bi rû dimînin nîşan dan."

Wezareta Derve ya Talîbanê yekser bersiv nedaye bangên ku li ser dest ji wezîfe berdana Wardak şîroveyan dixwazin. Herwiha nehat piştrast kirin ku ew yekane dîplomata Afganî ye ku heta niha li ser erka xwe maye.

Wardak di serdema hikûmeta berê de Konsula Giştî yê Afganîstanê li Mumbai bû û ew yekane dîplomatkara Afganî ya jin e, ku bi Talîbanê re hevkarî kirîye.

Talîbanê ku di sala 2021'an de di hefteyên dawîn ên vekişîna Amerîka û NATOyê ji welêt de li Afganîstan gihişt desthilatê, jin ji piraniya qadên jiyana giştî hatin qedexe kirin û nehişt keç xwendina xwe bi dawî bikin tenê heta pola şeşan dikarin dibistanê bixwînin.

Tevgera Talîban ya tundrê her wiha mafê karkirinê, sefera bi serê xwe bêyî mêr yan bira, û xwendina bilind lê hatin qedexe kirin û gelek jin jî hatin girtin yên pêgirîyê bi hîcabê nekin.

XS
SM
MD
LG